Hem | Kurdî | YJK-S 8ê Adarê bi şahîyê pîroz kir

YJK-S 8ê Adarê bi şahîyê pîroz kir

--- FOTO GALLERY Firat Media ---


Nujîn Alacabey pêşkêşvana pîrozbahîya 8ê adarê bu û hîn di vekirina şevê de bixêrhatina mêhvana kir û agahdarîyên di derbarî şevê de bi mêhvanê xwe yên kurd û Swêdî re par kir.

Piştî agahdarîyê pêşkêşvana kurd ya ciwan navê seroka Yekîtîya Jinên kurd li Swêd(YJK-S) Seyran Duran dawetê ser dikê kir jibo pêyama YJK-S ya di derbarî roja jinên Cîhanê ya navnetevî 8ê adarê.

Seyran Duran di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina mêhvanê xwe kir û spasîyên xwe jibo alaqa nîşandana wa jibo pîrozbahîyê kir. Duran di berdewama axaftina xwe de got ku ev 101 sala ku ev roja ku jibo jina girîng tê pîrozkirin lê mixabin pirsgirêkên jina û tûndûtûjîya li hemberî jinan neqedîyayê.



”Mixabin vayê ev 101 salin em dîsa di derbarî rewşa jinan ku li Kurdistan û Cîhanê tê de ne daxivin û liser nîqaş û gûftûgoyan dikin. Li seranserî Cîhanê rewşa ku jin têdenê her çiqa ligor demê berê nedijwartir jî bê ne di astek başdeye jî. Divê em jin liser vê pirsa xwe bi girîngî rawestin û bi hevkarîya hevdû vê berbi başîye bibin û jibo vê jî divê em hîn zêdetir kar û zêbatê bikin.”

Duran herwiha liser rewşa jinên kurd yên li Kurdistana Iraqê rawestîya û got: ”Mixabin li vî parçê azad rewşa jina kurd berbi xêrabîyê diçê û her sal bi hêzaran keçê kurd, jinên kurd ji alîyê mêran tên kuştin, şewitandin bi hinceta namûs û şerefê.”

Seroka YJK-S Seyran Duran di dawîya axaftina xwe de bang li hemî jinan kir kul i hember neheqîya ku liser wan tê kirin bêdeng nemînin û dengê xwe li hemberî vê cêwazîya dinav civakê ku ji alîyê mêran li hemberî jinan tê bikaranîn bilintir û geştir bikin.



Piştî Axaftina Seyran Duran wextê pêşkêşkirina berg û cilên kurdî ji herçar parçê Kurdistan ê hat. Jin û keçên kurd yên ciwan cilên kurdî pêşkêşî mêhvanê xwe kirin û çapleyek mezin vergirtin.

Piştî vê pêşkêşkirina berg û cilên kurdî hunermênde ji Kurdistana Sûrîyeyê Hessen Melê tevlî grûba xwe dest bi stranên kurdî yên govendê kir. Di navberîyê de xwarin û dema çay û qahvê har deyîn.

Pîrozbahîya 8ê adarê bi starnên hunermend Hesen Mele, Rêbîn, Nalîn Feqa, Cûdî, Rêkeş û Dîlan û komîkera esilfaris Melodî berdewam kir.



Namzeta Parlamentoya Ewrûpa(PE) ji Partîya Çep(Vänsterpartiet) Berîvan Öngörür hat pêşberî mêhvana û çend nerîn di derbarî girîngîya hilbijartina xwe û namzetên partîya xwe bi mêhvana re par kir. Keça kurd Öngörür ku bi cil û bergên kurd tevlî şahîyê bubu qewl da ku heger ew wek parlamenter werê hilbijartin xizmeta gelê xwe yê kurd û çar parçeyê Kurdistan ê bikê.

Namzeta PE ya ji Swêd keça kurd ji alîyê partîya Çep ji cihek ku karibê werê hilbijartin di dora çaran(4.) de hatîya destnîşan kirin. Berîvan Öngörür bi eslê xwe ji herêma bakurê Kurdistan ê ji bajarê Derîka Çîyayê mazî ye.

Di şeva pîrozbahîya 8ê adarê de gelek peyamê ku ji alîyê partî, rexistin û dezgehên kurd û Kurdistanî hatibun hatin xwendin. Hevkarî û seroka Federasyona Komaleyên Kurd li Swêd(Kurdiska Riksförbundet) pêşdarîya şevê bu.

Şahîya ku li saet 18:00a destpê kiribu heyanî derengî şevê saet 01:00ê bi govend û dîlana kurdî berdewam kir.
Firat Aygun / Stockholm

Spara som: Add to your del.icio.us del.icio.us | Digg this story Digg
3.00