Rapora Xebatê ya Komîteya Karger jibo Kongreta 12emîn a YJK-S
Stockholm, 16ê sibate 2008
Pêşgotin
Yekitiya Jinên Kurdistanê Li Swêdê (YJK-S) di 19.12.1992yan de hat avakirin. Avakirina YJK-S di warê rêxistinî de gaveke pir girîng û peşketî bû. Avakirina YJK-S, di xebata çareserkirina problemên jinên kurd de, ji bo beşdarîya aktîf jinên kurd di jiyana civakî de û têkoşîna neteweyî û demokratîk de îmkanên nûh peyde kiriye. Ji ber ku, hêz û zanîna jinên kurd bi rêya YJK li Swêdê, bi awayeke rêxistinî xurttir dibe û baştir dikare dest bavêje pirs û problemên jinan yên di civata kurd de.
Pirsên ku YJK-S dane ser milên xwe, pirsên giran in, pirsên giştî û civakî ne. Ji bo vê yekê jî, her gaveke ku jin ji bo çareserkirina va pirsan davêjin peşveçûn e û divê em her li kêmasiyan negerin, lê em hewl bidin ku em sal bi sal xwe û xebata xwe ya rêxistinî pêş ve bibin, xurttir û baştir bikin.
YJK li Swêdê ji hemû seksiyonên jinan ku li komeleyên endamên Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê (FKKS) hene, pêk tê. YJK bi tu rêxistinên siyasî ve ne girêdayî ye, kar û xebata xwe bi navê xwe, bi serê xwe û bi organ û endamên xwe ve, bi rê ve dibe. Baweriya me ew e ku, dema jinên kurd di nav kar û xebata civaka me kurd li Swêdê de bî şexsiyeta xwe cihê xwe bigre, dê bikaribin hem di beşdarîya çareserkirina pirsên civata me bi awayeke giştî rola xwe baştir bi cîh bînin hem jî ji bo mafên gelê kurd neteweyî û demokratîk li hemû Kurdîstanê xurttir kar bikin. Yekitiya me, Kurdistanêke azad û serbixwe wek şerten bingehîn yên rizgariya jinên Kurdistanê dibîne. Lê ev nayê wê maneya ku em dê ji bo xebata wekhevîya jin û mêran, ji bo civatek demokratîk ku jin tê de bi aktîfî cîhê xwe bigrin, li hêvîya Kurdîstaneke azad û serbixwe bisekinin. Ev kar û xebat divê ji îro ve bê kirin û ev tişt xebata Kurdîstaneke azad û serbixwe û civatek kurd ya wekhev û demokratîk xurttir dike. Yekîtîya me, piştgirîya grup û rêxistinên jinan yên ku li her çar perçeyên Kurdistanê hene, ji berpirsiyaryên xwe yên esasî qebûl dike.
Weke berpirsiyara YJK li Swêdê, ez kar û xebata rexistina me ji bo civaka kurd li Swêdê, kareke giranbuha û hêja dibînim. Cihê pesindayinê ye ku, em dibînin jinên kurd bi awayeke rêxistinî di di xebata civakî û politîk ya civata me de beşdar dibin. Bê guman kêmasî û xeletiyên me di hin waran de hene. Lê dîsa jî beşdarên ev xebat û têkoşîna bi rexistinî hejayî sipas û pesinddayînî ne ku karîbune hem li zarokên xwe binêrin, karên mala xwe bikin û weke endam yan jî birêvebirên YJK û seksiyonên jinan beşdarîya kar û xebata rêxistinî bikin.
Ez hêvîdarim ku, em dê bikaribin, rexne û dîtinan bi dileke fireh û xweş qebûl bikin, ji bo kareke serfiraz programên nû û awa û şeklên xebatê yên nû bi hev re peyda bikin.
Ez hemû hevalên ku di organên û komîteyên Yekîtîyê de û li seksiyonan de di karên nêzî du salan de beşdar bûne pîroz dikim û ji teva re sipas dikim. Bi hev re, em dê Yekitiyê bi hêztir bikin.
Bi hêvî û daxwazên xwe yên kongreyeke serkeftî, silavên xwe yên germ ji bo hemû nûnerên kongreya 11an a YJK li Swêdê û hemû hemwelatiyên me re diyar dikim.
Stockholm, 16ê sibate 2008yan
Seyran Duran
Seroka Y.J.K li Swêdê
A-) ORGANÊN YJK-S
Hevalên ku di kongreya 10an de ji bo organên YJK-S hatin hilbijartin ev navên li jêr nivîsandî bûn.
KOMITEYA KARGER
ESIL
1.Seyran Duran
2.Şukran Baksî
3.Masuma Amenn
4.Shahla Karim
5.Meryem Nerveyi
6.Selva Baksi
7.Nesrin Kilicaslan
8.Sabriye Hekari
9.Hasine Zakholi
CÎGIR
10.Ruken Misto
11.Lavin Salih
12.Ayse Kaplan
KOMÎTEYA ÇAVDER
Mesude Tekin
Dilan Musa
Evin Celen
KOMÎTEYA RAWÊJ
Şermin Bozarslan
Sevgul Coskun
Bedriye Akgul
Siham Ali
B-) PARVEKIRINA KAR û BERPIRSIYARIYAN
Piştî Kongreya nehem ya Yekitiya Jînên Kurdistanê li Swêdê, komîteya karger ya nû di roja 05.10.01yan de civîna xwe ya yekem pêk anî. Di civîne de seroka YJK û komîteyên xebatê hatin hilbijartinê. Berpirsiyarî, bi awayê li jêr nivîsandî, di navbeyna endamên KK de hatin belavkirinê.
Serok : Seyran Duran
Sekreter : Şukran Baksî
Kassor : Masuma Amenn
Berpirsîyara çapemeniyê û alîkara sekreter: Meryem Piro
Berpirsîyaren peywendıyên bı seksiyonan re: Shahla Karim. Hasıne Zaxolı û Sabrıye Hekarı
Berpirsîyarên malpera YJK yê: Ayse Kaplan
Nûnera YJKyê li Kvinno-SIOS: Selva Baksi
Peywendîyên bi ABF re: Seyran Duran û Massume Amenn
Berpırsıyara kultur: Nesrın Kılıcaslan
Berpırsıyara pırsa keçên dı rewsek zehmet de: Ruken Mısto
Komîteya Karger her wisa di civîna xwe ya yekem de li ser plana xebatê ya saleke munaqeşe kir û plana xebata xwe bi awayê li jêr nivîsandî amade kir.
• Civînên Komîteya Karger dê mehê carekî pêk bê.
• Sê civînên endaman bên amadekirin.
• Seksiyonên nû bên avakirin û ziyaretkirin.
• Şeven kulturî bên amadekirin.
• Konferans, semîner li ser rewşa jinên kurd û Kurdistanê pêk bînin.
• 8 ê Adarê roja navneteweyî ya jinan bê piroz kirin.
• Bi rêxistinên jinên biyanî û Swêdîyan re peywendî bên xurtkirin.
• Projeyên li ser pirsên jinan yên taybetî, wekhevîya civakî û malbatan amade bikin û bi rê ve bibin.
Komîteya Karger ya YJK-S, li gora van xalên ku weke plana xebatê hate qebûlkirin, xebatên xwe kirîye. Di hin xalên ku plana xebatê de cîg girtine gelek karên giring û fireh hatine kirin. Lê di hin xalan de, qasê ku pêwîst e kar nikaribûn bên kirin.
C-) ÇALAKIYEN GIŞTÎ
• Di navbeyna her du kongreyan de 16 civînên KK a YJK-S hatine çêkirin. Ji derveyî van civînan, gelek caran dema ku pêwîst bûye, endamên KK yên ku dikarîbûne, îstîsnayî hatine cem hev û li ser karên YJK-S biryaran girtine.
• 3 civînên endaman hatine çêkirin.
• Selva Baksi u Ruken Misto wek nunera YJK beşdarî civînen ”Kvinno-SIOSê” bûye.
• Ji kongreya 11em heta îro 8 seksîyonên nû ava bûne. Her çend di destûra FKKSê de hatîye dîyarkirin ku her komeleyek endamê FKKSê, eger endamên wan yên jin û ciwan hebin, divê seksîyonên jinan û ciwanan ava bikin, dîsa jî hemû komele di vî warî de têra xwe aktîf nînin.
• Seroka YJKyê Seyran Duran û endamên din yên KK ya YJKyê li gora berpirsîyarîyên xwe yên xebatê di gelek peywendî û hevdîtinên bi çapemenîya swêdî û kurdan de beşdar bûne û li ser pirs û xebatên xwe agahdarî dane raya giştî. Dokumentasyona van peywendîyan hem di malpera YJKyê de hem jî li arşîva me de heye.
E-) KAR Û XEBATÊN PROJEYAN
Karên projeyan, yek ji wan karên bingehîn ya YJK bûye. Bi rêya van projeyan, di gelek babetên cuda yên girîng de YJK îmkanan bi dest xistîye. Ev îmkan hem xebatên rêxistinî ya YJKyê xurttir kirîye hem jî di warê agahdarîya li ser pirsên jinan yên girîng û taybetî de rê vekirîye ku gelek endamên YJKyê beşdarîya xebatên YJKyê bibin.
Xebatên ku ji bo van projeyan hatine kirin, di nav çalakîyên giştî de cîh girtine. Civîn, semîner, konferans, hevdîtin û karên din yên ku bi naveroka van projeyan ve girêdayî nin loma li vi dûbare nabin. Li vir bi tenê agahdarîyek kurt li ser van naveroka van projeyan, fînansmana wan û rêvebirîya wan hatîne dîyarkirin.
Projeyên ku YJK bi rê ve birîye ev in.
1- PROJEYA ”TENDIRUSTÎYA JINAN Û CINSÎYET”
Ev proje çar sal in berdewam dike. Şukran Baksî weka berpirsîyara projeyê bi nîv mesaî kar kirîye. .
Ev ji alîyê Enstîtuya Sihetê ya Gelêrî (Socialstyrelse) ve hatîye fînansekirin.
Di xebata vê projeyê de heta nuha çar konferans û gelek civîn hatine amadekirin.
Di van konferans û civînan de, li gora naveroka projeyê hem bi kurdî hem jî bi swêdî ji alîyê pisporên babetên cuda de, xebatên agahdari û perwerdeyê hatine amadekirin. Her weha di çarçoweya vê projeyê de agahdarîyên li ser tendirustîya jinan û cinsîyetê bo zaravayên soranî û kurmancî (kurdîya başûr û kurdîya bakûr) hatine wergerandin, çapkirin û belavkirin.
2- PROJEYA ”Bav u Xortan” Pappor och pojkar
Ev proje sala 2005an destpêkir û berdewam e. Proje bi alîkarîya ”Daîreya Entegrasyonê ya Giştî” hatîye birêvebirin.
Di xebata vê projeyê de heta nuha se konferans û gelek civîn hatine amadekirin. Di van konferans û civînan de, li gora naveroka projeyê hem bi kurdî hem jî bi swêdî ji alîyê pisporên babetên cuda de, xebatên agahdari û perwerdeyê hatine amadekirin.
Seroka YJK Seyran Duran bi nîv mesaî ji bo birêvebirina vê projeyê kar kirîye.
Her weha di çarçoweya vê projeyê de agahdarîyên li ser peywendîyên Bav û xortan bi dêûbavan re û tawsîyeyên ji bo dêûbavên xwedîyê zarokên nûciwan (tonåring) bo zaravayên soranî û kurmancî (kurdîya başûr û kurdîya bakûr) hatine wergerandin, çapkirin û belavkirin.



del.icio.us
Digg